Herêma Kurdistanê bi têkeliyên xwe yên digel Berîtaniyayê kêfxweş e
Di dîdarekê de, Felah Mistefa, bi minassebeta destbikarkirinê, pîrozbahî li konsulê nû yê Berîtaniyayê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û got ku, fermangeha têkeliyên derve amadeye hevkarî û hevahengiyê bi konsulê nû re bike.
Mistefa behsa têkeliyên digel Berîtaniyayê kir û got:
- Em, weke herêma Kurdistanê, bi wan têkeliyên xurt yên me digel Berîtaniyayê hene, kêfxweş in. Em di wê baweriyê de ne ku, di ware siyasî, kulturî, aborî û perwerdeyî de, em dikarin bi awayekî ku ew têkelî di berjewediya her du aliyan de bin ditêjiyê bi têkleiyên bi Berîtaniyayê re bidin.
Konsulê nû yê berîtanî got ku, ew kêfxweşe li herêma Kurdistanê weke konsulê Berîtaniyayê kar bike û ew dê j bo zêdetir pêşxistin û berfirehkirina têkerliyan di hemû waran de, hevkaî û hevahengiya bi herêma Kurdistanê re bixebite.
Her du aliyan behsa rewşa siyasî û emnî ya Îraqê kir û ew teqîn û kiryarên terorîstiyên duhî li bajar û bajarokên Îraqê qewimîn şermezar kirin.
