• Sunday, 08 February 2026
logo

Tirkiyê hemû sînorên ligel Sûriyê digre

Tirkiyê hemû sînorên ligel Sûriyê digre
Tirkiyê ji ber şer û pevçûnên li Sûriyê di qewimin, biryar girt ku hemû sînorên xwe yên ligel Sûriyê bigre.

Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê yê Tirkiyê Hayatî Yazici diyar kir ku ji ber şerê li Sûriyê wê îro hemû sînorên xwe yên ligel Sûriyê bigrin. Li gor vê biryarê wê ne TIRên ji Sûriyê derbasî Tirkiyê bibin û ne jî ji Tirkiyê bo Sûriyê. Lê ger çûna ji bo welatên sêyemîn hebe, wê destûr bê dayîn.

Hêjayî gotinê ye ku 13 sînorên Tirkiyê ligel Sûriyê hene.

Rudaw
Top