Serokê PYD: Pêşmerge birayên me ne lê pêwîstiya me bi wan nîne
Salih Muslim ku wek Abû Welat jî tê naskirin, ji Rûdawê re ew gotegot red kirin ku rê girtine li ber hatina pêşmergeyan ji bo hundirê rojavayê Kurdistanê.
Di çend rojên borî de şandeke PYDê, serdana Herêma Kurdistanê kir û derbarê hatina pêşmergeyan ji bo rojavayê Kurdistanê li gel cîgirê serokê dîwana serokayetiya Herêma Kurdistanê civiyaye.
Salih Muslim ew nûçe piştrast kir û got: “Di wê rûniştinê de behsa hatin yan nehatina pêşmergan ji bo rojavayê Kurdistanê nehatiye kirin. Lê mijar li ser vegera leşkerên kurd ên artêşa Sûriyê bû ku niha li Herêma Kurdistanê ne.”
Navbirî wiha axivî: “Pêşmerge bira û kes û karên me ne û tu kêşeya me li gel pêşmergeyan nîne, lê niha pêdiviya rojavayê Kurdistanê biu alîkariya pêşmergeyan nîne û bêguman ger pêwist kir emê daxwaza alîkariyê ji pêşmergeyan bikin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtinekê de li gel beşê ingilîzî yê kanala El-Jazîra ragihandibû: “Leşkerên reviyayî ji artêşa Sûriyê û ciwanên rojavayê Kurdistanê hatine perwerdekirin û di egera valahiyeke eminî de ji bo rojavayê Kurdistanê tên şandin.”
Hevserokê PYDê Salih Muslim di vî warî de daxuyand: “Derbarê vegera leşkerên kurd ên artêşa Sûriyê yan her hêzeke din ji bo rojavayê Kurdistanê, tenê Desteya Bilind a Kurdî dikare biryarê li ser hatina wan hêzan bide û ger Desteya Bilind pêwist bibîne dikare rê bide hatina wan hêzan.”
Desteya Bilind a Kurdî ji ENKS û EGRK pêk tê û biryar e ev herdu encûmen bi riya Desteya Bilind bi hevbeşî karûbarên rojavayê Kurdistanê birêve bibin.
Yekîneyên Parastina Gel YPG ku li ser PYDê ye, tekane aliyê kurd ê çekdar û xurt e li rojavayê Kurdistanê û tevahiya bajar, bajarok û sînorên azadkirî yên rojavayê Kurdistanê kontrol dike.
Rudaw
