• Sunday, 08 February 2026
logo

Desteya Bilind ji bo birêvebirina rojavayê Kurdistanê hat ragihandin

Desteya Bilind ji bo birêvebirina rojavayê Kurdistanê hat ragihandin
Di çarçoveya cîbicîkirina peymana Hewlêrê de, Desteya Bilind a Kurdî hat ragihandin ku di navbera herdu civatên rojavayê Kurdistanê de hatiye pêkanîn.

Duh di civîneke hevbeş de di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gelê Rojavayê Kurdistanê (EGRK) de li bajarê Qamişlo, Desteya Bilind a Kurdî hat ragihandin.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Muslim ku partiya wî yek ji aliyên serekî yên peymana Hewlêrê û Desteya Bilind a Kurdî ye, ji Rûdawê re daxuyand: “Duh saet 09.00 di rûniştineke hevbeş de di navbera ENKS û EGRKê de li Qamişlo, Desteya Bilind a Kurdî hat damezrandin.”

Salih Muslim got: “Pêkanîna Desteya Bilind a Kurdî xaleke girîng a peymana Hewlêrê ye ku di navbera ENKS û EGRKê de hatibû îmzekirin. Ew deste ji 10 endaman pêk tê ku 5 endamên ENKS û 5 endamên EGRKê ne.”

Hevserokê PYDê herwiha got jî: “Em li peymana Hewlêrê xwedî derdikevin û hewl didin xalên îmzekirî yên wê peymanê bi tevahî cîbicî bikin.”

Di 11.07.2012an de bi serpereştiya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, peymana Hewlêrê di navbera ENKS û EGRKê de, hat îmzekirin.

Li gor vê peymanê, pêwist bû di hundirê 15 rojan de destyeke bilind a hevbeş bi navê (Desteya Bilind a Kurdî) di navbera herdu aliyan de bê pêkanîn ku erkê wê danîna siyaseteke giştî û serkirdayetî kirina kurdên rojavayê Kurdistanê ye di vê qonaxa çarenivîsî de ku tê de derbas dibin.

Rudaw
Top