• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Sûriyê duhî 182 kuştî û artêş berê xwe dide Helebê

Li Sûriyê duhî 182 kuştî û artêş berê xwe dide Helebê
Tundûtûjî û rêjeya kuştinê li Sûriyê zêde bûye û hejmara kuştiyên duhî gihişt 182 kes bûn, hevdem artêşa rejîmê berê xwe dide bajarê Helebê.

Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyeyê belav kir ku duhî, 182 kesên din li çend navçeyên Sûriyeyê hatine kuştin, piraniya wan di komkujiyekê de li gundekî Hemayê hatine kuştin, komkujiya duhî, dema nimêjker ji mizgeftê derdiketin rastî gulebaranê hatine.

Hevdem li taxên Helebê şerên tund di navbera artêşa rejîmê û Artêşa Azad de rû dan û ta niha berdewam in, lewma artêş bi tev amûrên xwe berê xwe dide wir.

Çalak diyar dikin ku bombebaran bi ser gelek bajaran de hîn ranewestiye û berdewam in.

17 meh derbaz bûn li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 19 hezar kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.

AKnews
Top