"Opozisyon mafê Kurd nas neke, şoreşa Kurdan dê piştî Esed jî bidome"
Endamê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûrî, Elî Şemdîn ji Xendanê re ragehand ku: "Heya niha ti kordînasyonek di navbera aliyên Kurdî û aliyên opozisyona Erebî li Sûriyê nîne, egera wê jî, ji ber ku heya niha ew aliyên Erebî mafê Kurdan wek netewe nasnakin."
Şemdîn berdewam kir û got: "Eger aliyên opozisyona Erebî piştî destxistina desthilatê ji Esed bi vî awayî nêzîk bibin, wê demê şoreşa Kurd heya ku mafê xwe bi dest bîne wê bidomîne. Her weha pêwîste mafê Kurd li nav destura nû ya Sûriyê de bê destnîşan kirin."
Endamê ENKS tekez kir û got: "Bi berovajî vê yekê, ger mafê Kurd neyê nasin, gelê Kurd hevkariya ti hikûmeteke piştî rêjîma Esed nake, wê demê cudatî di navber rêjîma Esed û van de çiye?."
Elî Şemdîn amaje bi vê yekê jî kir ku piraniya aliyên opozisyonên Sûriyê kûltura dîroka Ba`s li ba wan heye, her weha li ber destê vê rêjîmê mezin bûne, ji ber vê divê ew guherînê li barê pirsa Kurd dî nêrînên xwe de bike.
Endamê Encumena Niştimanî ya Kurdî, Elî Şemdîn tekez kir û got: "Kurd daxwaza dewletekî federal ya serbixwe û ferehrengî dikin û divê li wê dewletê de Kurd wek neteweya duyem bê naskirin û mafê wan bê dayîn, berovajî wê Kurd hevkariya ti hikûmetekê ya piştî Esed nake."
Hêjayî gotinê ye ev 16 mehin xwepêşandan û raperîn li Sûriyê destpê kiriye û her du encumen (Encumena Niştimanî Ya kurd û Encumena gel ya Rojava) nûnertiya Kurdên Sûriya dikin û heya niha jî aliyên opozisyona Erebî li wî welatî mafê Kurd nas nakin.
Xendan
