Iraqê ji ber Kurdistanê şîrketa Chevron ceza kir
Wezareta petrola Iraqê, di daxuyaniyekê de, ku nusxeyek ji AKnewsê re hatiye şandin, ragihand, ji ber ku hemû girêbestên Herêma Kurdistanê bi şîrketên biyanî yên petrolê ne li gorî destûra Iraqê ne, girêbesta şîrketa Chevron jî neyasayî ye û nayê qebûlkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, şîrketa Chevron û hemû dunya dizanin ku petrola xav ku li Herêma Kurdistanê tê derxistin, nakeve bin çavdêriya wezareta petrola Iraqê û bi awayekî qaçax bo welatên derve wek Îran û Tirkiyê tê şandin û kes jî dahata wê nizane.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ji ber ku şîrketa Chevron bi vê yekê navê xwe lewitand û divê şerm bike, ji ber wê êdî wezareta petrola Iraqê rê nade şîrketa han ku tu girêbestekî bi Iraqê re îmze bike û ev yek dê bidome heta ku girêbestên xwe digel hikûmeta herêmê re hilneweşîne.
AKnews
