Balyoza Sûriya li Qubrisê ji rejîma Esed cuda bû
Li gorî nûçeya malpera al-Arabiya, Lemyaa el-Herîrî şeva borî cudabûna xwe ji rejîma Sûriya ragihand û niha jî li Qeter e.
Heta niha ti zanyariyên zêdetir derbarê cudabûna wê tune ne.
Berî niha jî, Balyozê Sûriya li Iraqê Newaf el-Faris cudabûna xwe ji rejîma Beşar Esed ragihandibû û ew jî niha li Qeter e.
AKnews
