• Saturday, 07 February 2026
logo

Bexda trilyonek dînar ji Herêma Kurdistanê qut kiriye

Bexda trilyonek dînar ji Herêma Kurdistanê qut kiriye
Çavkaniyekê ji Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê aşkere kir ku tevî hikûmeta Iraqê di dema danîna budceya welat de hikûmeta Herêma Kurdistanê agehdar nekiriye, her wiha ji budceya temamkarî de jî bêtirî trilyonek dînarê iraqî ji para herêmê qut kiriye.

Çavkaniyê daxuyand ku budceya giştî ya Iraqê ys îas 117.122 trilyon dînar bû û para Herêma Kurdistanê ji wê budceyê 12.604 trilyon dînar e bi rêya 10.7%.

Çavkaniyê got jî, “Niha Wezareta Darayî ya Iraqê bi nivîseke fermî budceya temamkarî ya sala 2012an bo Civata Wezîrên Iraqê şandiye ku 9.251 trilyon dînar e daku di civatê de bê gotûbêjkirin.

Çavkaniyê bal kişand ku ji budceya temamkarî de tenê 418 milyar dînar bo herêmê hatiye terxankirin ku rêjeya wê dike 4.5%, lê li gorî rêjeya 17% ya para budceya herêmê, divê para herêmê ji wê budceyê 1.572 trilyon be.

Çavkaniyê got, “Ev nehqeiyeke li hember hikûmeta herêmê, û dê bibe sedema derketina pirsgirêkan navbera Bexda û Hewlêrê.”

AKnews
Top