NY li heber wergirtina penaberên surî sipasiya hikûmeta Kurdistanê kir
Di hevdîtinekê de, Felah Mistefa ji mêvana xwe re behsa têkeliyên navera Kurdistanê û Neteweyên Yekgirtî kir û rola Neteweyên Yekkgirtî ji bo piştgrîkirina pirosesa siyasî, demokrasî û federalî li Îraqê bi roleke giring wesif kir û got:
- Neteweyên Yekgirtî dikare di serxistina pirosesa demokrasî û çareserkirina kirîza siyasiya Îraqê û pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de roleke bi bandor bilîze.
Cîgira nûnerê tayebetê sekretewrê NY behsa kar û xebatên ajans û rêxistinên ser bi Netweyên Yekgirtî ve kul i Îraq û herêma Kurdistanê kar dikin kir. Wê got ku, rêxistinên NY li herêma Kurdistanê kar dikin daku, bi hevahengî digek hikûmeta herêma Kurdistanê zêdetir daxwziyên xelkê Kurdistanê cîbicî bikin.
Caklin Badkuk cîgira nûnerê taybetê sekreterê Neteweyên Yekgirtî bo karkûbarên mirovî li Îraqê, li hember wê pêşwazî û alîkariya koçberên Suriyê tê kirin, sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir.
Mekanîzma cîbicîkirina bernameya NY li herêma Kurdistanêû geşepêdana şiyanên mirovî mijareke din e hevdîtinê bû. Di vê çarçovyê de, berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê behsa rola bernameya geşepêdana şiyanên mirovî di pêşdebirina welat de kir û gor ku, NY di vî warî de xwedî şarezayî û tecrûbeyeke baş in û dikarin zêdetir hevkariya hikûmeta Kurdistanê bikin.
