• Saturday, 07 February 2026
logo

Hêjmara penaberên Sûriyê li Dihokê gihişt 10 hezarî

Hêjmara penaberên Sûriyê li Dihokê gihişt 10 hezarî
Serokê Rêveberîya Koç û Koçberan ê Dihokê diyar kir ku li Dihokê hêjmara penaberên Rojavayê Kurdistanê gihiştiye 10 hezar kesan û niha 700 malbat bi fermî li Dihokê dijîn.

Pêştî krîza li Sûriye, bi dehan kes û malbat hatin Herema Kurdistanê. Îro li ser rewşa penaberan Serokê Rêveberîya Koç û Koçberan ê bajarê Dihokê daxuyanî da û diyar kir ku hejmara penaberên Rojavaya Kurdistan li Dihokê gihiştiye 10 hezar kesan. Serokê Komeleyê da zanîn ku niha 700 malbat bi fermî li Dihokê dijîn.

Berî niha nûnerê hikumeta Malikî, Elî Debax ragihandibû ji ber rewşa ewlekariya li Iraqê ew nikarin pêşwaziya penaberên Sûriyê bikin. Lê îro li hemberî wê serokwezîr Nûrî Malikî biryar da ku êdî ji vir û pê ve hêzên ewlehî û heyva sor ya Iraqê pêşwaziya penaberên Sûriyê bikin, hevkarî û xizmeta wan bikin.

Rudaw
Top