Tirkiye ji ber rojavayê Kurdistan heyîrî ma
Duh li Enqereyê endamên Encûmena Niştimanî ya Sûriyê di derbarê pêşveҫûnên li rojavayê Kurdistanê de hişyar kir. Tirkiyeyê hem aciziya xwe ya li ser rizgarbûna hinek bajarên kurdan ên li rojavayê Kurdistanê di civîna bi mûxalefetan de bi lêv kiriye û hem jî Encûmen hişyar kiriya ku xwe komî ser hev bike
Tengezariya ji ber parҫebûna muxalefetê
Encûmena Niştimanî ya Sûriyê Enqereyê bi awayekî vekirî gotiye mûxalefetê: "Divê Sûriye parҫe ne be û êdî hûn jî xwe komî ser hev bikin."
Tirkiye ji aliyekî ve zêde tengezar e ku mûxalefet wekî tê xwestin bi hev re tevnagere û ji ayliyê din ve qet ne li benda van pêşketinên nû yên li rojavayê Kurdistanê bû. Tirkiye di destpêkê de ji dûrketina partiyên kurdan a ji Esed kêfxweş bû û di wê baweriyê de bû ku wê kurd di bin Encûmena Niştimanî ya Sûriyê de di ҫarҫoveya daxwazên encûmenê de tevbigerin.
Lê belê kurd bi xwe di bin banekî de kom bûn û bi protokola Hewlêrê yekîtiya xwe kirin di pratîkê de. Tirkiye ji hêla xwe ve vê hevkariya di nava partiyên kurdan de û pêşketinên li herêmên kurdan wekî ´pêşketinên ew qet ne li bendê bûn´ dibîne.
Rudaw
