• Saturday, 07 February 2026
logo

Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi tundî zîncîre teqînên Kerkûk, Bexda, Selahedîn, Diyale û Şingalê şermezar kir

Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi tundî zîncîre teqînên Kerkûk, Bexda, Selahedîn, Diyale û Şingalê şermezar kir
Bi mixabinî Duh dûşem 23/07/2012 zîncîre teqîn û êrîşa çekdarî li nav bajar û bajarokên Kerkûk, Bexda, Selahedîn, Diyale û Şingalê rûda û li encama wan êrîşên têrorîstî de dehan welatiyên bêgunehê wan bajar û bajarokan bûne qurbanî.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bilî bi tundî şermezar kirina van êrîşên têrorîstiyan, heman demî de serxweşiyê pêşkêşî kesukarê qurbaniyên vê kirdara nemirovane dike û ji xwedayê mezin hêvîdare şehîdan bi bihûşta xwe ya fireh şad bike û hêviya başbûneke lezgînî jî ji bo birîndaran dixwazê.

Ev zîncîre teqînên îro û encamdana çendîn êrîşên dinê bi vî awayî nîşana eweye ku terorîstan tevgerên xwe berfirehtir kirine, ji bo wê yekê pêwîste Hikûmeta Federal û tevahiya dezgehên emniyan bi girîngiyeke mezin li ser wan kirdaran rawestin û çareseriyeke bingehîn peydabikin û Herêma Kurdistanê jî ji bo her alîkariyekî pêwîst amadeye.

Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
23/07/2012
Top