• Saturday, 07 February 2026
logo

Artêşa Azad: Em destûr nadin dewletek kurdî bê damezirandin

Artêşa Azad: Em destûr nadin dewletek kurdî bê damezirandin
Ji fermandarên Artêşa Azad a Sûriyê Mistefa Evdilkerîm û Malik El Kurdî li ser kurd û elewiyan axivîn û bi yekdengî diyarkirin ku ew ê destûrê nedin dewletek kurdî û ya elewiyan bê damezirandin. Partiyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê jî diyar kirin ku ew li dijî parçebûna Sûriyê ne.

Li gor nûҫeya rojnameya Zaman a tirkî ku rojnameya cemaata Fethûllah Gulen e, fermandarên Artêşa Azad a Sûriyê îdia kirine ku kurd bi xwe dewleteke cuda naxwazin û ji xwe ew jî wê destûrekî bi vî rengî nedin.

Di nûҫeyê de tê gotin ku Malik El Kurdî gotiye li bakurê Sûriyê di nava kurdan de alîgirên PYD û PKK´ê nîn in. El Kurdî ji aliyekî ve diyar kiriye ku kurd bi xwe dewleteke cuda naxwazin û ji aliyê din ve muxalif bi xwe jî wê destûra vê yekê nedin.

Fermandarê heman hêzê Mistefa Evdilkerîm jî di hevpeyvînê de dijberî gotinên El Kurdî ku dibêjê PYD û PKK bê alîgir in wiha axivî ye: "Me agahdariyên ku PYD - PKK li hinek herêman bûne xwedîgotin standine."

Nûnerê Partiya Demokrata Kurd (PYD) yê Herêma Kurdistanê Hûseyîn Koçer derbarê daxuyaniyên herdu fermandarên Artêşa Azad de ji Rûdawê re got: “Em wekî Kurd dixwazin di vî welatî de bi îradeya xwe jiyan bikin. Em jî ne ligel parçebûna Sûriyê ne. Yê herî zêde ji bo vî welatî xebatê dimeşîne, rêxistinbûnê ava dike û biratiyê pêşdixe, gelê Kurd e. Yên niha ji bo avakirina civakek demokratîk dixebitin, gelê Kurd e.”

Nûnerê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (Baskê Nesredîn Îbrahîm) Behcet Beşîr jî derbarê daxuyaniyên du fermandarên Artêşa Azad de ji Rûdawê re got: “Me wekê Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaza serxwebûn û cûdabûna ji Sûriyê nekiriye. Em dixwazin di çarçoveya Sûriyekî demokratîk de mafê rewa yên gelê Kurd bê dayîn.”

Rudaw
Top