• Saturday, 07 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê keça xwendekara yekema ser asta Iraqê xelat kir

Serokê Herêma Kurdistanê keça xwendekara yekema ser asta Iraqê xelat kir
Duh dûşem 23/07/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn xelata rêzlênanê pêşkêşî Dinya Bayîz Kerîm keça xwendekara yekema ser asta Iraqê ya li beşa wêjeyê kir.

Serok Barzanî ji bilî pîrozbahîkirina keça xwendekar û tevahiya malbata wê ku amadeyê rêzlênanê bûn, ragihand: Serbilindiye ku keçekî Kurd yekemê ser asta Iraqê bê û amadehiya ewe jî nîşan da ku her çi pêwîst bibê ji bo serkeftina zêdetirê wê xwendekarê li rûyê xwendinê ve kêmasî lê nakin.

Ji aliyê xwe ve Dinya Bayîz û tevahiya malbata wê spasî Serok Barzanî kir û ragihand ku ev rêzlênan û xelat nîşana girîngîdana rêzdar ya asta xwendin û bilindkirina wê astê ye.
Top