Demirtaş: Divê Tirkiyê rêzê ji Kurdistana Sûriyê re bigre
Demirtaş berdewam kir û got: “Mudaxeleyekî li hemberî vê dê bibe dagirkerî. Êrişekî li hemberî destkeftiyên rojavayê Kurdistanê, tu Kurd bê deng namîne."
Hevserokê giştî yê BDP'ê rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê şîrove kir û got:" Bi rastî tiştê ku li Sûriyeyê diqewimin, rasterast têkildarî siyasetên navxweyî ya li hemû welatên li herêmêye. Bi taybetî jî kurdên li Sûriyeyê dijîn eleqedar dike.
Demirtaş bal kişand ser têkoşîn û xebata gelê Kurd li wê parçeyê Kurdistanê û got: “Gelê Kurd li Sûriyeyê ev demek dirêje ji bo yekitiya xwe avabikin dixebitîn. Ev xebat encam dan û yekitî hate avakirin.”
Hevserokê BDP`ê tekez kir û got: Tirkiye di rojên ewil de ji nedîtî ve hat, lê niha hêdî hêdî ev rewş dikeve rojeva Tirkiyeyê. Ez bawerim ku Tirkiye ev fikarên xwe veguherîne polîtîkayê. Lê em wekî BDP'ê di hemû hevdîtina bi hukumetê re, şîreta me ev bû; danîna têkiliyên baş bi kurdên Tirkiyeyê jî dê feyde bide Tirkiyeyê."
Xendan
