• Saturday, 07 February 2026
logo

Mesûd Barzanî: Em kurdên rojava perwerde dikin

Mesûd Barzanî: Em kurdên rojava perwerde dikin
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku perwerde û rahênanê bi kurdên ji Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê hene dikin. Piştre jî emê bişînin welatê wan û ji bo navçeyên Kurdî biparêzin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînek taybet ligel kanala El-Cezîre (Beşa Inglîzî) ji bo cara yekemîn eşkere kir ku kampa perwerde û rahênanê ya Kurdên Rojava li Herêma Kurdistanê heye.

Barzanî di vê derbarê de got: “Hêjmarek ji ciwanên kurd ên reviyane, hatine perwerdekirin û em naxwazin bi awayekî rasterast destlêwerdana rewşê bikin. Lê perwerde û rahênan bi wan hatiye kirin.”

Mesûd Barzanî di berdewama hevpeyvînê de radigihîne ku hê ew kurd ji bo Sûriyê nehatine şandin; “Lê armanc heye ku ji bo dagirtina her valehiyekî asayîşê û di dema çûna artêşa rejîma Sûriyê de bişînin.”

Barzanî ew yek jî eşere kir ku ew hêz ji kurdên ji artêşa Sûriyê cûdabûyîn û hatine Herêma Kurdistanê pêkhatiye. Fermanê ji encûmena bilind a berî du heftiyan li bajarê Hewlêrê pêkhatî û ji du aliyên serekî yên Kurdên Sûriyê pêkhatî digre.

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje: “Neçûne Sûriyê û hê li vê derê ne. Ger pêwîstiya wê civata bilind bi wan çêbû, wê biçin. Ger na, wê li bendê bin heta rewş yekalî dibe. Ji ber ku xelkê wê navçeyê ne û di dawiyê de wê her vegerin. Armanca vê jî dagirtina valehiyek ku dirûst bibe ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê hevgirtina aliyê Kurdên Sûriyê de jî got: “Arîkariya herî baş a ku em bikarin ji wan re veqetênin, ew e ku pêgeyeke wan a hevgirtî hebe û em di wê de jî bi ser ketin.”

Rudaw
Top