5 Serbazên Kurd hatin kuştin û paşê hatin teqandin
Çavkaniyek pile bilind ya artêşa Êraqê bo malpera Xendan ragihand ku, şeva borî hejmarek çekdar li devera Uzêm hêriş kirin ser bargehek artêşa Êraqê û tevaya serbazên wê bargehê kuştin.
Çavkaniyê daxwaz kir ku navê wan wî neyê belav kirin ji ber hestyariya babetê, û diyar kir ku ew bargeh ser bi siriya 3 ya fewca 3 ya lîwaya 16 ya fîrqeya 4 ya artêşa Êraqê ye ku li devera Uzêm hatine cî bi cî kirin.
Li gor zanyariyên Xendan, piştî kuştina serbazên Kurd, termên wan hatine bombekirin, û dema ku yekîneyek 8 kesî ji lîwaya 17 biçin hawara wan daku termên wan veguhezînin, termên diteqin û ew jî tên kuştin, bi awayekî ku ew yekîne tev Ereb bûn.
Ew serbazên ku bûne qurbanî akinciyên Çemçemal û Bazyan ya bajarê Silêmaniyê ne,ew bûyer nêzî 2 demjimêran dirêj kir, dema ku hejmarek din ji efser û serbazên Kurd dixwestin biçin hawara qurbaniyan di encama teqîna bombeyekê de ew jî birîndar bûne.
Devera Uzêm yek ji wan deverane ku piştî paşdakêşana artêşa Êraqê ji wê deverê , bi awayekî zêde kiryarên tundûtîjîyê têde rû didin.
Xendan
