• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Iraqê êrîşên bombeyî: 45 kes mirin

Li Iraqê êrîşên bombeyî: 45 kes mirin
Li paytaxta Bexdayê ya Iraqê û gelek bajarên din di encama êrîşa bombeyî de 45 kes mirin û 112 ke jî birîndar bûn.

Li Iraqê di saetên serê sibê de gelek êrîşên bomberî pêk hatin. Li gorî agahiyên polîsan dane hêrî kêm 10 êrîşên bomberî pêk hatine û li gorî agahiyên ewil 45 kes mirine.

Di êrîşa ku herî zêde wendahiya can çêbûye 20 kîlometre li bakurê Tajî ya Bexdayê pêk hat. Teqîna ku li taxa Sunnî Ereb pêk hat de herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Bexdayê di êrîşên ku wesayîtên bombe hatibû barkirin de hejmara miriyan nayê zanîn û li Kerkukê di çar êrêşîn cuda ku wesayîta bombebarkirî hatin teqandin de 5 kes mirin û 19 kes jî birîndar bun.

Li bajarên Duluiye, Seediye, Xan Beni Saad, Duz Xurmatu û Dibis êrîşên bombeyî pêk hatin. Polîs diyar kir ku di êrîşên vir de gelek kes mirine û hejmara birîndaran jî 112 ye.

Li Iraqê di navbera 2006-2007’an de mirinên di bûyerên şîdetê de, di mehên dawî de li welat ji ber krîza siyasî zêde bûn. Di meha kanûna 2011’an de piştî leşkerên ji DYA’ê ji welat vekişiyan mirinên herî zêde meha hezîranê de çêbûn. Di meha hezîranê de 237 kesî jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes birîndar bû.

ANF
Top