Li Şamê Taxa kurdan tê bombebarankirin
Li gor nûçeya ajansa Rojavayê Kurdistanê Mîdyanewsê, Rojnameger Şiyar Xelîl ku bi xwe kurdekî Sûriyê ye û nişteciyê taxa Riknedîn e, got, “Ji duhî bi êvarê de, hinek dever li taxa kurdan li Riknedîn ku tên texmînkirin ew şaneyên Artêşa Azad in hatin bombebarankirin û di encamê de endamekî Artêşa Azad canê xwe ji dest da û çendên din jî birîndar bûn.”
Xelîl got ku ji vê sibê de, dîsa taxa Riknedîn kete bin bombebaranê lê vê carê bi şêweyekî korkî û gelek malên welatiyan ketin ber bombeyan.
Herwiha Xelîl da zanîn, “Ji ber bombebarana korkî welatiyan ku piraniya wan kurd in, malên xwe bi cih hiştin û koçber bûn. Beşek ji wan berê xwe dan taxa kurdan Zorava û beşê din jî berê xwe dan herêmên kurdî li bakurê Sûriyê.”
Ragihêner Şiyar Xelîl aşkera kir “Xelkê taxa Zorava bi dilekî berfireh pêşwaziya biryên xwe yên ji taxa Riknedîn dikin û mala xwe bi wan re parve dikin, li aliyê din otobûs li hinek cihan rawestiyan e û çaverêyî hatine daniştiyê taxa Riknedîn dikin taku berê wan bidin herêmên kurdan yên aram.”
Xelîl got ku bombebaran beriya 2 saetan rawestiyan lê biserdegirtina malan ji aliyê hêzên ewlehiya rejîmê ve dest pê kir.
Taxên kurdan li Şamê ji destpêka şoreşa Sûriyê de roleke aktîv û kara lîstine û li taxa Riknedîn çend xort di xwepêşandanan de bi destê hêzên rejîma Sûriyê hatine kuştin.
AKnews
