• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Oremarê hejmara miriyan gihişt 4’ê

Li Oremarê hejmara miriyan gihişt 4’ê
Hate ragihandin ku helîkoptera leşkerî ya kargo ya ku diçû Qereqola Geliyê Mergezerê ya di navbera Sîneva û Weregos de li gorî çavkaniyên herêmê ji aliyê gerîlayan ve hate xistin. Di encama ketina helîkopterê de 4 leşker mirin û 8 leşker jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku helîkoptera leşkerî ya kargo ya ku diçû Qereqola Geliyê Mergezerê ya di navbera Sîneva û Weregos de li gorî çavkaniyên herêmê ji aliyê gerîlayan ve hate xistin. Têkildarî bûyerê de artêşa Tirk daxuyaniya çapemeniyê da û diyar kir ku di bûyerê de 4 leşker mirin û 8 leşker jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya artêşa Tirk de de wiha hate gotin: "Di 22'yê tîrmeha 2012'yan de saet di derdorê 16.55'an de helîkoptera ji 4 muretabat û tîma ewlehiyê ya ji 11 kesan pêk tê ji Geverê rabû û li Girê Deryan ê ku 12 km nêzî Orema ket û li gorî agahiyên pêşî qeza ji ber hêz winda kir ket."

Leşkerên birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û Nexweşxaneya Leşker a Colemêrgê tên dermankirin û li herêmê tevgera hewayî berdewam dike. Hate zanîn ku herêmên Weregoz, Mergezer û Dostkî û Çiyayê Zagros tên bombebarankirin. Hate angaştin ku enqaz helîkopterê hêj nehatiye rakirin û gelek ambulans ber bi herêm ve çûn.

Valiyê Colemêrgê Orhan Alîmoglu jî di daxuyaniya xwe de îdîa kir ku helîkopter ji ber erizeyeke teknîkî ket.

ANF
Top