• Saturday, 07 February 2026
logo

Balyozê Rûsiya tekîd dike ku Esed amade ye dest ji desthilatê berde

Balyozê Rûsiya tekîd dike ku Esed amade ye dest ji desthilatê berde
Balyozê Rûsiya li Fransa Alexander Orlov car din tekîd kir ku Serokê Sûriya Beşar Esed amade ye bi rêyeke şaristanî dest ji desthilatê berde.

Orlov berî niha ji êzgeha RFE ya fransî re ragihandibû ku Esed amade ye dest ji desthilatê berde bi mercê ku bi rêyeke şaristanî be, lê Wezareta Ragihandinê ya Sûriya yekser ew nûçe red kiribû.

Alexander Orlov vê carê jî di daxuyaniyeke din de bo rojnameya “Le Parisie” ya fransî got, “Zehmet Esed bimîe, ew dê bişe û ew bi xwe jî vê yekê dizane, lê divê çûna wî bi rêyeke şaristanî be mîna çûna Serokê Yemenê.”

Orlov wiha pê de çû, “Divê çûna wî ne wek ya li Lîbiya be ku Qezafî tê de bi tena xwe bû, lê li Sûriya rejîmeke heye ku bi dehan sal e li ser desthilatê, bi hebûn an nebûna Esed ew rejîm dê berxwedanê bike.”

Orlov tekîd li ser helwesta welatê xwe kir ku dibêje gelê Sûriya dê çarenivîsa Esed diyar bike.

AKnews
Top