HPG’ê li Colemêrgê helîkopter xist
Hate ragihandin ku li herêma Oremar a navçeya Geverê ya Colemêrgê helîkoptera leşkerî ket. Hate zanîn ku helîkoptera kargo ya leşkeran di veguhestina leşkeran a nobedariyê ya qereqolê de bi kar tîne piştî ji Qereqola Oremar rabû çend deqek şun de ket.
Der barê hejmara kuştî an jî birîndaran de tu agahî nehat dayîn. Lê çavkaniyên herêmî ragihandin ku helîkopter di encama gulebarana ji aliyê gerîlayên HGP’ê ve hatiye xistin.
Pevçûna li herêmê berdewam dike.
ANF
