• Saturday, 07 February 2026
logo

Fûad Elîko: Tenê rêveberiya Kobanê di destê kurdan de ye

Fûad Elîko: Tenê rêveberiya Kobanê di destê kurdan de ye
Endamê Polîtboruya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Fûad Elîko ji Rûdawê re diyar kir ku heta niha tenê rêveberiya Kobanê di destê kurdan de ye û got: “Hê li Efrîn û navçeyên din hêzên leşkerî yên Sûriyê hene.”

Endamê Polîtboruya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Fûad Elîko ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re axivî. Elîko behsa rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û bajarên ketine di destê Kurdan de kir.

Fûad Elîko derbarê bajarên weke Efrîn, Kobanê, Dêrik, Amude û navçeyên din ên ku hatibûn gotin ketine destê kurdan de, ji Rûdawê re got: “Heta niha ti bajar nehatine rizgarkirin. Tenê leşker ji Kobanê derketine û rêveberî ketiye destê Kurdan de. Dewletê berpirs û rayedarên xwe ji Kobanê derxistine.”

Derbarê Efrîn û bajarên din de jî got: “Heta niha li Efrînê tiştekî wisa nîne. Hê hêzên rejîma Sûriyê di nava bajêr de ne. Tenê PKK dibêje, me rizgar kiriye. Lê tiştekî wekî Kobanê li wê derê nîne. Lê egera wê yekê heye ku xwe vekêşin. Li gor zanyariyên me heta duh tiştekî wisa li Erfînê nîne.”

Elîko di berdewama axaftinên xwe de dubare diyar kir ku ji derveyê Kobanê ku ew jî hêzên rejîmê xwe jê vekişandine, ti cihekî din neketiye destê kurda.

Endamê parlamentoya Sûriyê yê berê û endamê polîtboruya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê derbarê aloziyên şeva din ên li Qamişloyê jî got: “Şeva din alîgirên PYDê êrişî geraceke otomobîlan kirin, di navbera Yekîneyên Parastina Gel û parêzvanên geracê de şer çêbû. Ji her aliyekê kesek hat kuştin. Alîgirên PYDê êrişî dezgehên rejîma Baasê dikin.”

Nûnerê PYDê yê Herêma Kurdistanê Hûseyîn Koçer jî ji Rûdawê re piştrast kir ku hevalekî wan li Qamişlo di encama şerê ligel hêzên rejîmê de jiyana xwe ji dest daye.

Derbarê rewşa gel a li Qamişloyê jî Fûad Elîko got: “Gel niha nizane wê çi çêbibe, dudileyek heye ku wê îro û sibe çi çêbibe. Hinek pirsgirêk hene. Li Til Koçer eşîra Şemer êrişî rêveberê nahyeyê kirin û ew derxistine. Hinek cih hatibûn girtin, îro hêzên Sûriyê hatine û wê destlêwerde.”

Elîko li ser cîbicîkirina Peymana Hewlêrê ya di navbera Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) û Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de jî got: “Heta îro li Kobanê komîteyên hevbeş hene. Herdu encûmen (EGRK û ENKS) bajêr kontrol dikin. Ev yek wê li hemû herêman çêbibe. Divê ev yek serbikeve. Ger PYD ji vê yekê venegere, ENKS wê pêve girêdayî be.”

Endamê Polîtboruya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Fûad Elîko derbarê îdiayên li Rojavayê Kurdistanê li ser rakirina ala Kurdistanê pirsgirêk hene jî got: “Heta niha ti pirsgirêkekî cidî li ser alê çênebûne. Lê heta niha li Dêrikî hevalekî El-Partî hatiye girtin û hê nehatiye berdan.”

Rudaw
Top