Taraf: Kurdistana duyemîn tê damezirandin
Rojnameya Taraf a ku ev nûҫe bi îmzeya Mehmet Aksakal weşandiye, balê dikişîne ser bajarên ketine di destên kurdan de û vê agahdariyê dide xwendevanên xwe: "Bajarên nêzîkî sînerên Tirkiyeyê Kobanê, Efrîn û Cindires, Amudê û Tirbespî kete destê PYD a nezîkî PKK´ê... Digel li Qamişlo, Serê Kaniyê û Dêrikê birêveberiya fermî ne di destê kurdan de ye jî, lê kontrol di bin destê kurdan de ye."
Heman rojname cih dide daxuyaniyên hevserokê PYD´ê Salih Muslim ên di derbarê sedemên vê pêngava kurdan de û herwiha xwendevanên xwe bi damezirandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) agahdar dike.Taraf dibêje "Serkêşê vê hewla wekî rewşa Kurdistanek biҫûk dixuye PYD ye" û di berdewamiyê de nûҫeyên ev bi rojan in di dezgehên ragihandinê yên kurdan têne belavkirin dubare dike.
Li ser sînor leşkerên kurd rawestiyane
Heman rojname xwe disipêrê ҫalakvanê mafê mirovan ê kurd, Hafiz Evdilrehman jî û balê dikişînê ser derdora 700 leşkerên kurd ên ji Rojava ku li ser sînorên başûrê Kurdistanê sekinîne û van gotinên Evdilrehman dide: "Ger birêvebereriya bajarên Qamişlo û Serê Kaniyê radestî kurdan neyê kirin, wê herin alîkariya kurdan."
Rojnameya Tarafê di nûҫeya xwe de behsa hevkariya kurdan li rojavayê Kurdistanê jî dike û wisa pê de diҫe: "Deverên ketine di bin destên kurdan de, birêveberî di bin destê PYD´ê de dixuyê. Ҫavkaniyên herêmî vê yekê wekî lihevhatineke di nava hêzên kurd de destnîşan dikin û hêzên din ên kurd ên di nava Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) pêşveҫûnên heyî dişopînin. Heman ҫavkanî diyar dikin ku hêzên PYD û ENKS zêde li hemberî hev nayên."
Rudaw
