Demirtaş: Em yekitiya gelê Kurd li Sûriyê wek destkeftiyekê dibînin
Demirtaş got: “Em yekitiya gelê Kurd li Sûriyeyê weke destkeftiyekê dibînin. Em mafê bidestxistina statuya Kurdan li Sûriyeyê û mafê xwe bi rêveberinê di çarçoveya mafê navneteweyî ya diyarkirina çarenûsê de dibînin.”
Demîrtaş pêşniyar kir ku Tirkiye van bûyer û geşedanan baş bixwîne û got; “Dikarin Kurdên li wê derê re, di çavçoveya lihevkirinekê de li ser esasê naskirina Kurdên li wê derê li hev bikin. Ev yek dê ji bo Kurdan jî erênî be û ev yek dê çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê jî hêsantir bike.”
Hevserokê BDP`ê tekez kir û got: “Lê ger polîtîkayên derve yên Tirkiyeyê yên li ser bingeh perçiqandina Kurdan berdewam bikin, dê ev yek rê li ber xeterî û aloziyên din vebike.”
Xendan
