Şer li Şam û Helebê giran dibe
Ajansa Reutersê ji zarê xelkê û çalakvanan veguhastiye ku şerekî giran navbera her du aliyan li taxê Mezê li Şamê çê dibe.
Çalakvanan amaje kir ku hêzên rejîmê Mezê û taxê Kurdan li nav Şamê bi rêya helîkopteran re topbaran dike.
Li navçeyên derdora Şamê jî, hêzên rejîmê şeva borî navçeyên Sebîl, Heresta, Esalî, Qedem, Maedemiye, Nehir Îşe û Medaya topbaran kirin.
Li bajarê Helebê jî, şerê navbera hêzên rejîmê û artêşa azad berdewam e û çalakvanan aşkere kirin ku bi sedan malbat ji taxan reviyane.
Rewangeha Sûriya ya Mafên Mirov jî ragihand ku ji îro sibehê ve şer navbera her du aliyan li taxên Seyf el-Dewle, Cemîliye, Mêrîdyan, li nêzîk avahiya polîsê Zibdiye û li derdora avahiya pasportan li Helebê berdewam e.
Çalakvanan aşkere kirine ku artêşa azad niha beşekî mezin ên taxê rojhilatê Helebê wek Saxûr û Rêya Babê kontrol dikin.
AKnews
