• Saturday, 07 February 2026
logo

Iraq henardeya petrolê bi rêya Kerkûk-Ceyhan re rawestandiye

Iraq henardeya petrolê bi rêya Kerkûk-Ceyhan re rawestandiye
Hikûmeta Iraqê henardina petrola xwe bo Tirkiya bi Kerkûk-Ceyhan re rawestand piştî ku duhî ew borî hate teqandin.

Li gorî nûçeya ajansa Kona ya Kuwêtê, pêr bi şev boriya petrolê ya Kerkûk-Ceyhan li nêzîk navçeya Midyatê hate teqandin û agir girte beşekî boriyê.

Parêzgarê Mêrdînê Torhan Iwaz ji rojnamevanan re got, “Ti zirarên canî li per wê teqînê nebûn û zirar tenê madî bûn.”

Iwaz aşkere kir ku hikûmeta Iraqê niha henardina petrolê bi rêya wê boriyê re rawestandiye heta ku agir bê vemrandin û borî bê çêkirin.

Iwaz tekîd kir ku piştî çêkirina boriyê dê petrola Iraq carek din bê henardin.

AKnews
Top