• Saturday, 07 February 2026
logo

‘Komîteya rêveberiya herêmên kurdî tê damezirandin’

‘Komîteya rêveberiya herêmên kurdî tê damezirandin’
Îro komîteya bilind a rêveberiya herêmên kurdî ji aliyê Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) ve tê damezirandin.

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê Mehmûd Mihemed (Ebu Sabir) ji Rûdawê re got: “ENKS û EGRK bi navê Peymana Hewlêrê peymanek îmzekirin. Wê komîteyeke bilind were ragihandin û ev komîte wê nîve bi nîve be. Wê 3 komîte bên damezirandin, wê ev komîte li bajar û bajarokan jî bên dirûstkirin. Ev jî komîteyên parastinê, civakî û tendirûstî ne. Ev komîte jî wê bi awayê sivîl bin.”

Li ser pirsa li Rojavayê Kurdistanê Peymana Hewlêrê di pratîkê de tê cîbicîkirin, Ebu Sabir got: “Lihevhatina Hewlêr jî di warê pratîkî de cîbicî bû û ev yek di rizgarkirina Kobanê, Efrîn, Cindirês û Amûdê de diyar bû. Peymane Hewlêrê di pratîkê de jî pêk tê û bi hev re civîn tên çêkirin.”

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê Mehmûd Mihemed di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Sibe komîteya bilind a rêveberiya herêmên kurdî ji aliyê Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) ve tê damezirandin û wê bê ragihandin.”

Rudaw
Top