6 hezar leşker di şerê Kurdistanê de dîn bûne
Hefta borî pirsgirêka Riza Gulê ji Îdirê kete rojeva medyaya Tirkiyeyê. Gul di sala 20907ê de dema li Dêrsimê leşkerî dikir, qereqola ku ew li wê dima gerillayên HPGê êrîş birin ser û di encam de 8 leşker hatin kuştin. Psîkolojiya Gul jî piştî vê bîuyerê xirab bûye û li Nexweşxaneya Rih û ya Sinêran ya Elezîzê 4 meh hat dermankirin û paşê ew sandin malê. Dezgeha Ewlekariya Civakî (Sosyal Güvenlik Kurumu) piştî vê agahiyê hewl da xwe bigihîne Riza Gul da ku wî bîbin li Enqerê nîşanê doktorên pispor bidin û rewşa wî ya psîkolojîk ku weke ‘Sendroma Vietnamê‘ tê binavkirin zelal bikin. Mijara Gul di medyaya tirkî de deng da û di gellek nûçe û quncikan de behsa 6 hezar leşkerên dîn hat kirin ku hemû jî li Kurdistanê leşkerî kirine. Li gor nûçeyak rojnameya Sabahê Dezgeha Ewlekariya Civakî ji rewşa bilî Riza Gul, ji Artêşa Tirkiyeyê pirsa van 6 hezar leşkeran jî kir ka artêş wan weke gazî nas dike an na. Li aliyê dinê Komeleya leskerên ki jiyana xwe ji dest dane, Komeleya Malbatên Sehidan jî ragihand ku hejmara leşkerên psîkolojiya wan xirab e bêhtirî 6 hezarî ye û daxwaz kir ku artêş wan weke gazî nas bike û miaş bide wan.
Rudaw
