Peyama pîrozbahiyê a hikûmeta herêma Kurdistanê
Hikûmeta Kurdistanê di peyama xwe a pîrozbahiyê de dibêje:
- Bi minasebeta hatina meha remezana pîroz, bi germî pîrozbahiyê li xûşk û birayên misilman yên Kurdistanê bi taybetî û misilmanên Îraq û cîhanê bi tevayî dikîn. Em bi hêvîn e ku, meha remezana pîroz bibe meha xêr, bereket, avedanî, aşitî û dilrehetiyê bo hemû kes û aliyan û cejin, xweşî û şadî pê re bihêt.
Xwedayê mezin rojo, nivêj, îbadet û xwedaperistiya hemû kes û aliyan qebûl bike û xweşjiyanî, pêkvejiyan, lêbihurînî û mirovdostî zêdetir bi Kurdistan, Îraq, cîhan û tevmirovatiyê bibexşe.
Em, Remezaneke aram û jiyaneke hêmin û asude bo hemû kes û aliyan daxwaz dikîn.
Her şad û serkeftî bin.
Serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê
20.07.2012
