'5 bajarên rojavayê Kurdistanê hatine rizgarkirin'
Îro li seranserî rojavayê Kurdistanê ‘Meşa ber bi azadiyê ve’ hat lidarxistin. Kurdan piştî ku duh bajarê Kobanê rizgarkirin, îro jî Efrîn, Cindirês û Amûdê ji destê hêzên rejîmê derxistin. Sazî û dezgehên fermî ketine destê Yekîtiya Parastina Gel (YPG).
Serokê Partiya Wifaqa Kurd li Sûriyê Fewzî Şengal di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re diyar kir ku 5 bajar ketine destê Kurdan û got: “Bajarên wekî Efrîn, Amûda, Tirbesipî, Cindirês û Kobanê ketine destê Kurdan.” Şengal diyar kir ku bajarê Dêrikê jî ber bi rizgarbûnê ve diçe û wê di çend demjimêrên bê de ew jî rizgarbûna xwe îlan bike.
Rudaw
