• Saturday, 07 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Hêvî Dikim Remezan Bibe Hewîna Aştî

Mesrûr Barzanî: Hêvî Dikim Remezan Bibe Hewîna Aştî
Bi minasebeta hatina Meha Remezana pîroz birêz Mesrûr Barzanî peyamek pêşkêşî Misilmanên Cîhan û Kurdistanê kir ku, ev jî tekesta vê ye;

Bi minasebeta hatina Meha Remezana pîroz, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya Misilmanên Cîhanê bi giştî û yên Kurdistanê bi taybetî dikim.

Daxwaz ji Yezdanê mezin dikim ev Meha han bibe sedema xêr û xweşî bo her kes û bibe hewîna belav kirina aştî û xweşî û bihêztir kirina rihê bihevre jiyan di navbera pêkhateyên olî yên civaka Kurdistanê û Misilmanan jî hîn zêdetir girêdayî bi nirx û pîwerên pîroz yên ola pîroza îslamê bike.
Top