• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokê hewalgiriya Sûriya jî mir

Serokê hewalgiriya Sûriya jî mir
Televizyona Sûriya ragihand ku serokê hewalgiriya Sûriya Hîşam Bextyar îro ji ber birînên xwe yên giran koça dawî kir.

Bextyar di teqîna pêr a avahiya ofîsta ewlekariya neteweyî de li Şamê birîndar bûbû ku tê de her yek ji Wezîrê Bergiriyê Dawûd Racihe, Asiv Şewket Cîgirê Wezîrê Bergiriyê û zavayê Beşar Esed û alîkarê Cîgirê Serokomarê Sûriya Hesen Turkmanî hatibûne kuştin.

Televizyona Sûriya aşkere kir ku Bextyar îro sibehê jiyana xwe ji dest da.

Îro jî, termên her yek ji Asif Şewket, Dawûd Racihe û Hesen Turkmanî bi fermî hatine veşartin.

AKnews
Top