• Saturday, 07 February 2026
logo

Rojeke din a xwînî li Sûriya derbas bû: 215 hatine kuştin

Rojeke din a xwînî li Sûriya derbas bû: 215 hatine kuştin
Çalakvanên Sûriya ragihandin ku duhî rojeke din a xwînî li welat derbas bû û tê de 215 kes bi guleyên hêzên rejîmê hatine kuştin.

li gorî Komîteyên Hevahengiya Navxwe li Sûriya, duhî piraniya naveyên parêzgehên Şam, Hims, Hema, Deraa, Idlib, Heleb û Dêrezor ji bal hêzên rejîmê ve hatine topbarankirin.

Komîteyan aşkere kir ku di encama toparan û şer û pevçûnên navbera artêşa Sûriya ya azad û hêzên rejîmê de, 215 kes hatine kuştin ji wan jin, zarok û çekdarên artêşa azad hene.

Çavkaniyê ronî kir ku piraniya kuştiyên duhî li navçeyên derdora Şamê bûn ku tê de 55 kes hatine kuştin.

Her wiha 28 li Heleb, 28 li Idlib, 26 li Şamê, 25 li Hims, 23 li Dêrezor, 20 li Dera, 7 li Hema, 2 li Laziqiye û yek li Swêdaa hatine kuştin.

AKnews
Top