Caeferî û Elawî projeya reformê gotûbêj kirin
Çavkaniyek ji ofîsa Caeferî di daxuyaniyekê de ragihand ku duhî Caeferî li ofîsa xwe pêşwaziya şandeke Iraqiye bi serokatiya Eyad Elawî û Wezîrê Gihandinê Mihemed Elawî kir.
Çavkaniyê ronî kir ku Caeferî di civînê de tekîd kir li ser berdewambûna gotûbêjan navbera her du aliyan û zêdekirina hewlên aliyên siyasî ji bo çareserkirina kirîza niha ya welat.
Berî çend rojan, Caeferî digel her yek ji Serokê Parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Roj Nûrî Şawês jî civiyabû.
AKnews
