• Sunday, 08 February 2026
logo

Divê Erdogan bersiva agirbestê bide

Divê Erdogan bersiva agirbestê bide
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahedîn Demîrtaş diyarkir ku ji bo agirbestê divê Serokwezîr jî bersiv bide, agirbest du alî ye.

Demîrtaş li Amedê beşdarî Konê Rojiyê bû. Duhî (20/7/2012) li dema fitarê, Demîrtaş li bin kon axivitinek kir. Demîrtaş di axivitina xwe de hêvî kir ku ev rojiya Remezanê bibe dawî hatina rijandina xwînê û şeran li Rojhilata Navîn. Her weha li ser pirseke rojnamegerekî der barê bangên agirbestê de got "Bang ji bo dewlet û KCK'ê tên kirin. Me di her demê de ji bo aştiyê hewl da, lê niha muxatab ê bangan Erdogan e. Divê Erdogan bersivekê bide. Agirbest ne tiştek yekalî ye. Aşitî ne pirseke cudaye ji çareseriyê. Em weke BDP'ê dixwazin ku derbasî pêvajoya aştiyê bibin, xwîna tê rijandin bisekine, pêvajoya muzakereyan careke din jinû ve destpêbike. Li gor min êdî gok li cem Erdogan e. Hêvî dikim ku ev pêvajo ji aliyê Serokwezîr ve baş bê nirxandin."

Avestakurd
Top