Li Agirî û Kirikkaleyê di qezayên trafîkê de 19 kes mirin
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li Agiriyê qeza pêk hat. Li 3’emî kîlometreya rêya derdorêya Agiriyê, mînîbusa di bin kontrola Bulent Ogdum de û kamyoneta 19 KC 855 a di bin kontral a Ercan Aydin de li hev qelibîn.
Di qezayê de 13 kesî jiyana xwe ji dest da. 10 kes birîndar bû. Cesedê 13 kesan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê. Birîndar jî li nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê kirine bi tedawiyê.
Şevê din li ser rêya navçeya Karakeçili-Bala ya Kirikkaleyê dolmîşa ku karkerên çandiniyê yên demsalî bar kiribû qulipî û qeza kir. Diqezayê de 6 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 6 karker jî birîndar bûn. Hate zanîn ku, karkerên ji Enqereyê diçûn navçeya Kaman ya Kirşehirê xebatê bikin, di rêde qeza derbaz kirin. Dolmîşa plakeya wê 71 BN 754 ku ajokariya wê Cuma Diler yê 20 salî dikir, di rêde tekerê pêşiyê teqiya û hevsengiya xwe winda kir.
Di qezayê de Mehmet Kiliç yê 19 salî û hevjîna wî Fatma Kiliç ya 18 salî, zarokên wan Melîke ya 1 salî û Îbrahîm Halîl Kiliç yê 3 salî, Fatma Nur Kiliç ya 3 salî Musa Diler yê 3 salî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Ajokar Cuma Diler jî di navde 6 kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên Kirikkale û Enqereyê.
ANF
