248 kes duhî li Sûriya hatine kuştin
Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, Rewangeha Sûriya ya Mafên Mirov aşkere ku duhî 248 kes li Sûriya hatine kuştin û piraniya wan li Şam û derdora wê bûn.
Rewangehê xuya kir ku 109 welatiyên sivîl, 43 çekdarên opozisyonê, 3 leşkerên cudabûyî û 93 leşkerên rejîmê hatine kuştin.
Ji bal xwe ve, Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriya ragihand ku duhî 110 kes bi guleyên artêş û hêzên ewlekariyê hatine kuştin.
Ajansê amaje kir ku duhî şer û pevçûnên girn navbera hêzên rejîmê û artêşa azad li taxên Şamê û derdora bajêr çê bûn.
AKnews
