Serok Barzanî kirîza Îraqê bi şêwermendê cêgirê serokê Amerîkayê re behis kir
Di hevdîtinekê de ku, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê amade bû, şêwirmendê cîgirê serokê Emerîkayê silavên serok Obama û cîgirê wî Joseph Biden gihandin serok Barzanî.
Rojeva siyasî û ew tengasiyên dihevin pêşiya pirosesa siyasîya Îraqê, xebatên ji bo encamdana reformên siyasî û rastkirina semta pêvajoya siyasî û hukimraniya li Iraqê di hevdîtinê de hatin nirxandin.
Şêwirmendê cîgirê serokê Emerîkayê encama hevdîtinên xwe yên digel berpirsên Bexdayê, bi taybetî civînê digel berprisên hevpeymaniya niştimanî a bi serokatiya Nurî Mlaikî, dîtinê Bexdayê li hemebr çareserkirina lirîza siyasiya Îraqê ji serok Barzanî re behis kir.
Serok Barzanî bi mebesta pêşxistina pêvajoya siyasiya Iraqê û hebûna bingehekî yasayî li encamdana wan çaksaziyan tekez li ser encamdana çaksaziyekî rasteqîne kir û sebaret bi vê pêvajoyê asteke demkî jî ji bo wan bête danîn da ku ew alî baweriyeke erênî bidin gelê Iraqê.
Sebaret bi hevdîtin û civînên li paşarojê digel serokê Hevpeymaniya Nîştimanî û hevdîtin û civînên Hevpeymaniya Kurdistanî digel Hevpeymaniya Nîştimanî da, serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku, herêma Kurdistanê tu demekê hevdîtinên bi vî awayî red nekiriye.
Meseleya şandina neft û xazê bo derve, komîteyên emnî yên hevbeşa bo navçeyên veqetandî û nebûna hemahengiya navbera wan komîteyan mijareke din a hevdîtinê bû.
Rewşa Suriye mijareke dinê vê hevdîtinê bû û di vî warî de jî her du alî gelek bi hurî nêrînên xwe li ser pirsa surî diyar kirin
Li dawiya hevdîtinê de Serok Barzanî daxwaz ji şêwirmendê cîgirê serokê Emerîkayê kir ku silavên wî bigihîne serok Obama û Joseph Bidenê cîgirê wî.
