Yekemîn bajarê kurdî (Kobanî) li rojavayê Kurdistanê rizgarbû
Jêderekî agadar li bajaê Kobanî ku di nav prosa azadikirina bajarê Kobanê deye, taybet bo Gulan diyar kir ku evro sibêdê demijmê 10ê, hemû baregeh û avahiyên dewletê hatin agahdarkirin ku divê ta demijmêr 12ê, bên valakirin ji hêzên ewlehiyê û li gel nêzîkbûna wê civanê, hêzên kurd çûn ser wan baregehan û bajar bi temamî rizgar kirin.
Avahiyên ku kurdan bi dest xwe xistine (rêveberiya herêmê, beşê polîsan, baregehê parta Beis, geşepêdana bajêr, beşê ewlehiya welat, ewlehiya leşkerî, ewlehiya siyasî, herweha hemû hemû rêveberiyên xizmet û dewletê.
Ewî jêderî diyar jî kir ku ev proseye bi hemahengî di navbera hemû aliyên kurd de li gor rêkeftin Hewlêrê tê kirin.
Herweha diyar kir ku avahiya Beis niha wek avahiya Civata Niştimaniya Kurd tê hejmartin.
