Talebanî bi kuştina zavayê Esed xemgîn e
Beşê erebî yê malpera PUKmedia ya YNKê, nameya sersaxiyê ya Celal Talebanî ji bo xwişka Beşar Esed, Buşra Esed belav kir ku tê de Talebanî xem û dilgiraniya xwe ya kûr ji kuştina Asif Şewket nîşan dide û xwe wek beşdar û hevxemê wê dibîne.
Talebanî di nameya sersaxiyê de wek serokomarê Iraqê, bi germî sersaxiya Buşra û malbata wê dike û dibêje: “Sersaxiya we û malbata we ya birêz dikim..hêvîdar im ji xwedayê mezin ku sebr û aramiyê bide we û rehmetî (Asif) bi dilovaniya xwe ya berfireh û buhiştê şa bike, ewlekarî û aştiyê bide Sûriyê û gelê wê.”
Ev nameya sersaxiyê tenê di beşê erebî yê PUKmedia de hatiye belavkirin û beşê kurdî yê wê malperê û medyaya din a li ser YNKê ew nûçe belav nekirine.
Duh, teqîneke xurt baregeha ewlekariya neteweyî ya Sûriyê li Şamê hejand û di encama wê de wezîrê bergiriya Sûriyê Dawûd Ebdulla Racihe, cîgirê wezîrê bergiriyê û mêrê Buşra Esed Asif Şewket û serokê şaneya birêvebirina krîzê Hesen Turkmenî hatin kuştin.
Nameya sersaxiyê ya Talebanî di demekê de ye ku wezîrên derve yên Emerîka, Brîtaniya û Fransa bi awayekî sergirtî pêşwaziya kuştin û birîndarbûna berpirsên mezin ên Sûriyê kirin.
Rudaw
