Obama bersiva nameya Malikî dide
Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî li ofîsa xwe ya taybet li Bexdayê li gel şêwirmendê ewlekariya neteweyî yê cîgirê serokê Emerîka Joe Bide, Tony Blinken û şanda pê re, civiya.
Di wê civînê de Blinken nameyeke serokê Emerîka Barak Obama daye Nûrî Malikî ku Obama bi xetê destê xwe nivîsiye. Li gor daxuyaniyeke ofîsa Malikî, nameya Obama pesnê Emerîka tê de heye derbarê siyaseta Iraqê û plana wê derbarê petrolê ku wek beşdarîkirina Iraqê di ewlekariya enerjiyê ya navneteweyî de, wesf kiriye. Herwiha daxwaza firehkirina pêwendiyên dualî kiriye. Obama di nameya xwe de amadebûna Washingtonê nîşan daye ji bo zêdekirina hevkariyê li gel hikûmeta Iraqê di hemû aliyan de.
Ew name di bersiva nameya Malikî de tê, ku meha borî Nûrî Malikî nameyek şandibû ji Obama re derbarê peymanên petrolê yên Herêma Kurdistanê li gel kompaniya Exxon Mobil û ji Obama xwestibû karên Exxon Mobil li Herêma Kurdistanê rawestîne. Amaje dabû wê yekê jî ku berdewambûna karên Exxon Mobil li Kurdistanê dibe ku şer dirust bike.
Di wê civînê de Nûrî Malikî, teqez kiriye li ser pêdiviya berdewamiya hevkariyê di navbera Iraqê û Emerîkayê de di hemû waran de nemaze warê enerjî û ewlekariyê û teqez kir li ser pêdiviya zêdekirina çekên artêşa Iraqê.
Rudaw
