• Saturday, 07 February 2026
logo

Hikûmeta Îraqê mafên Herêmê nade

Hikûmeta Îraqê mafên Herêmê nade
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan diyarkir ku Hikûmeta Navendî ya Îraqê mafên Herêma Kurdistanê nade.
19 Tîrmeh 2012 Pênşem 08:48

Erdogan di vegera serdana xwe ya li Rûsyayê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Erdogan der barê daxuyaniya Hikûmeta Îraqê de ku gotibû 'Tirkiyê bê destûra me petrolê dibe, qada me ya hewayî binpêdike' de got ku "Li Îraqê perçebûn tuneye.

Li Îraqê Federalî heye, wîlayet hene. Derveyî Başûrê Îraqê (Herêma Kurdistanê) wîlayet hene. Nedayîna Hikûmeta Navendî ya Îraqê mafên Başûrê Îraqê (Herêma Kurdistanê) pirsgirêkan derdixe. Dema Rêveberiya niha sozên dayîn pêk neanî rewşa nexweş ya niha derkete holê. Hêvî dikin ku ev pirs derbas bibin û aşitî pêk bê."

Her weha Erdogan der barê binpêkirina qada hewayî de jî got "Tenê êrîşên me li dijî herêma terorê heye. Wa bi xwe ji min re got hêza me têra herêma terorê nake. Ew nebalefirên me ne ku behs dikin. Ew balefir ya welatek din e. Û daxuyanî jî ew welat dê bike."

Avestakurd
Top