Erdogan behsa Rojavayê Kurdistanê dike
Serokwezîr Erdogan derbarê hevdîtina ligel serokê Rûsya Vladimir Pûtîn de diyar kir ku derbarê aramî û istikrara Sûriyê de ew û Putîn wekî hev difikirin. Erdogan di derbarê fikarên xwe yên li ser dahatûya Rojavayê Kurdistanê de jî wiha axivî: "Em bi misogerî li dijî parҫebûna Sûriyeyê ne..."
Bila biryar di destê gel de be
Erdogan di berbarê rewşa giştî ya li Sûriyeyê jî dîtinên xwe wisa anî zima: "Wekî hûn jî dizanin, wek encama otokratîk a li Sûriyeyê heta niha derdora 18 hezar mirov hatine kuştin. 40 hezar penaberên ji Sûriyeyê li welatê me ne, 150 hezar li Ûrdinê ne û 20 hezar li Libnanê bûne penaber. Li hemberî tabloyek bi vî rengî em nirxaninan dikin. Em dibêjin îrade gel li Sûriyê ҫi dixwaze, bila ew be."
Erdogan dubare kir ku divê biryara piştî Beşar Esad ne welatên din bidin û pêwist e gelê Sûriyê vê biryarê bide. Wî bal kişand ser wê yekê ku di vî warî de barek giran dikeve ser milê her pênc welatên endamê daîmî yên Neteweyên Yekbûyî. Em wekî Tirkiye dixwazin ku komkujî li wir werin rawestandin, aşitî li wir pêk were û bi îrade gel li Sûriyeyê bi huzûr be."
Cara Yekemîn e Erdogan behsa Rojavayê Kurdistanê dike
Balkêş e ku ev cara yekemîn e Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi awayekî ne rasterast jî be, behsa dahatûya kurdên li Rojavayê Kurdistanê kir û metirsiyên xwe yên ku Sûriye dikare parҫe bibe anî zimên. Ji hikûmeta AKP´ê cara yekemîn Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyeyê Îdrîs Naîm Şahîn di roja 19´ê gulana îsal de di civînek ҫapemeniyê de fikarên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê anîbûn zimên û gotibû ku li gor ҫavdêrî û istixbarata wan KCK kontrola li ser bajarên li ser sînorên Sûriyeyê dike.
Rudaw
