Li Mûsilê çekdaran 3 welatî kuştin
General Mihemed el-Cebûrî ragihand, “Li navçeya el-Mensûr li Mûsilê, hinek çekdarên nenas êriş kirin ser vedorgerîneke polîsan û di encamê şer û pêkdadên di navbera wan de 2 polîs kuştin û 2 welatî birîndar bûn.”
Her wiha el-Cebûrî derbarê bûyereke din de, diyar kir ku li navçeya Zincîlî hinek çekdarên nenas êriş kirin û bi korkî fîşek avêtin û jineke Iraqî ya sivîl di encama êrişê de kuştin.
Tê zanîn karên tundûtûjiyê di çend bajarên Iraqê de zêde bû û bi taybet li bajarê Mûsilê, piştî wergirtina hêzên Iraqê dosya ewlehiyê ji hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û vekêşana hêzên DYAyê ji Iraqê.
Hêjayî gotinê ye, bajarê Mûsilê navenda parêzgeha Nînowayê ye û 405 kilometir bakurê Bexdayê ye, hinek deverê wê parêzgehê ji deverên nakokîdar di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de tên jimartin.
AKnews
