PDK û YNK ji ber livên serbazî yên Iraqê dilgiran in
Duhî, her du polîtburoyên PDK û YNK bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi hev re kom bûn ragihandinek belav kirin.
Di ragihandinê de hatiye ku maweyeke Hikûmeta Federal bi şêweyekî rêkxistî li navçeyên dabirî û kêşedar de liv û tevgerên berçav nîşan dide ji Mendelî de bigire heta Şengalê ku ev jî ne li gorî rêkeftinên berê yên di nav me de ye, lewma em daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku rêkarên pêwîst bike.
Her wiha ragihandin tekez li ser yekrêzî navmala Kurdistanê dike digel hemû aliyan çi ewên beşdarî Herêma Kurdistanê bûne yan ewên dijber.
Ragihandin dibêje ku kombûna herdu aliyan PDK û YNK rewşa dawî ya Iraqê gotûbêj kir û hemû alî berpirs dîtin ji ber vedîtina çareseriyekê ji kêşeya heyî re, bi rêyên demokrasiyane û li pey destûra Iraqê.
AKnews
