Eşîrên ereb yên Sûriyê ji Barzanî dixwazin digel kurdan li Hewlêr bicivin
Tê zanîn ku hêz û partiyên kurd xwe ji kongreya dijbereya (opozisyona) Sûriyê vekişandin piştî encamnameya kongreyê gelê kurd li Sûriyê weku milet neda nasîn.
Mafên kurdan li Sûriyê ku bloka kurd daxwaza wê dike bi danpêdana destûrî û mafê çarenûsê, heta niha ji aliyên dijbereya Sûrî ve nehatine pejrandin bi tevî hewldanên berdewam bo dariştina bername û formeke hevbeş bo Sûriyeya pêşerojê.
Li gor nûçeya ajansa Rojavayê Kurdistanê Mîdyanewsê, Serokê Encûmena Eşîrên Ereb li Sûriye Salim Ebdilezîz el-Muslit got, “me gotarek bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî şand û tê de daxwaz kir şandeyek ji meclîsa me serdana Herêma Kurdistanê bike.” Û lê zêde kir, “Em çaverêyî jivana hevdîtinê dikin.”
El-Muslit got, “Em ê ji Barzanî bixwazin ku Herêma Kurdistanê Kongreyeke kurd-ereb hembêz bike û tê de Encûmena Eşîrên Ereb li Sûriye digel dijberên kurd ên Sûriyê bigihin hev.”
El-Muslit tekez kir ku ew dixwazin hemû partiyên kurd di vê kongreyê de beşdar bibin çunku armanca wan bi rêya vê kongreyê peyamekê bigihin hemûyan ku ew peroş in li ser peywendiyên dîrokî di navbera kurd û ereban de û ew tekez dikin li ser hevpariya rasteqîn di Sûriya paşerojê de.”
Her wiha el-Muslit berê jî ji Mîdyanewsê re gotibû, “Em bi mafê birayên xwe yên kurd re ne bi vegerandina erdên wan, zemanê zordariyê çû û venagere û her kes dê vegere warê xwe.”
Kurd rejîma desthilatdar a Sûriyê bi zepkirina erdên wan ê çandiniyê tawanbar dikin û dayîna wan bo ereban ku ew yek di nav siyaseta erebkirinê de bi navê “çembera erebî” de li herêmên kurdan hate cîbicîkirin.
AKnews
