• Sunday, 08 February 2026
logo

Ban Ki Moon teqîna Şamê şermezar kir

Ban Ki Moon teqîna Şamê şermezar kir
Îro 19/7/2012`an, Emîndarê Giştiyê Neteweyên Yekbuyî Ban Ki Moon nerazîbûna xwe li hemberî bilindbûna tundûtîjiya li Sûriyê bilêv kir û ragehand ku ew bi tundî teqîna ew Şamê ku wezîrê berevaniyê û zavayê Esed tê de jiyana xwe ji dest dan şermezar dike.

Neteweyên Yekbuyî bi beyannameyekê diyar kir ku Ban Ki Moon ji raporên ku dibêjin dibe ku hêzên ewlekariyê yên Sûrî wê çekên giran li dijî sivîlan bikar bîne metirsîdar e.

Emîndarê giştiyê Neteweyên Yekbuyî ku bi seredanekê li Çînê ye endamên encumena asayîşa navdewletî hişyar kir ku divê li hemberî tundûtijîua li Sûriyê tedbîrên aktîv û bi lez bêne girtin.

Ban Ki Moon got: “Gelê Sûriyê ev demeke dirêje vê êş û azarê dikşîne, divê a niha xwîn bê sekinandin.”

Xendan
Top