Wezîrê Bergirîya Sûrîyê û Zavayê Esed Hatin Kujtin, Wezîrê Navxwe jî Birîndar e
Televiziyona fermîya hukûmeta Sûrîyê piştî ku nûçeya birîndarbûna Jeneral Davûd Racihe wezîrê bergirîyê yê ewî welatî belav kir, nûçeya xwe serrast kir û ragihand, wezîrê bergirîyê di encama teqînê de hatiye kujtin.
Ji alîyekî din ve televiziyona Alminar a ser bi Hizbullah a Lubnanê ve ragihand, ku ji ber teqîna xwekujîya îro ya li Dîmeşqê Asif Şewket zavayê Beşar Esed ku cihgirê serok erkaên artêşa Sûrîyê û cihgirê wezîrê bergirîyê bû, di encama teqîna îro de hatiye kujtin. Asif Şewket serokê berê yê dezgeha saloxegerîya serbazîya Sûrîyê jî bûye û zavayê Beşar Esed bû.
Herwisa dihê gotin, ku Hişam Bextiyar serokê dezgeha Asayişa Niştîmanîya Sûrîyê jî di encama teqînê de birîndar bûye. Xêncî ewê çendê basa kujtina Muhemd Îbrahîm Elşiae wezîrê navxwe yê Sûrîyê dihê kirin, belê televiziyona fermîya Sûrîyê evê nûçeyê red dike û ragihandiye, ku wezîrê navxwe nehatiye kujtin û tenê birîndar bûye û niha jî rewşa saxlemîya wî baş bûye.
Hêjayî gotinê ye, ku li gel berdewamîya şerr û pevçûnên li Dîmeşqê, teqîneke bi hêz li berdem baregeha Asayişa Niştîmanîya rejîma Sûrîyê li paytextê ewî welatî çê bû.
